Salih Muslim: Divê em ji dronan re çareseriyekê bibînin

19-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand ku Tirkiyê bi dronan her roj li Rojavayê Kurdistanê êrişan pêk tîne û got: “Bi van dronan mirovên me şehîd dibin. Divê em tedbêrl xwe bistînin, xwe biparêzin û li hemberî van dronan çareseriyekê peyda bikin.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim ji medyaya nêzîkî PKKê re behsa êrişên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê kir.

Salih Muslim amaje bi wê yekê kir ku Tirkiyê xwest bi DAIŞê plana xwe li Rojavayê Kurdistanê cîbicî bike, lê ew plana bi ser neket û lewma Tirkiye neçar ma ku têkeve Rojavayê Kurdistanê. Di 24ê Tebaxa 2016an de ji Cerablûsê dest pê kirin û Şehba, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kirin. Êrişên wan niha jî didome, her roj bi dron û topan li Rojava didin.”

Muslim helwesta Amerîka û Rûsyayê ya li hemberî êrişên Tirkiyê rexne dike û dibêje: “Tirkiye her roj êrişî qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Amerîka û Rûsya bi tenê hinek daxuyaniyan didin, van êrişan şermezar dikin an jî dibêjim em bi fikar in. Lê dewleta Tirk ji van daxuyaniyan fêm nake, ew ji şer fêm dike.”

Muslim anî ziman ku hêzên navneteweyî her çiqasî li hemberî êrişên Tirkan hinek daxuyaniyan bidin jî çek dane destê wê û wiha pê de çû: “Ev jî dron e. Em mecbûr in di warê parastinê de tevdîrên xwe werbigirin. Ev dron li Ukraynayê li leşkerên Rûs didin lê li hemberî vî tiştî jî dengê xwe nakin.  Bi van dronan mirovên me şehîd dibin. Divê em tedbîrên xwe bistînin, xwe biparêzin û li hemberî van dronan çareseriyekê peyda bikin.”

Derbarê hewlên guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê de jî Muslim wiha axivî: “Dewleta Tirk li Rojava li qadên ku dagir kiriye her roj dibistanan vedike. Li Bab, Cerablûs, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bi êrişên dagirker bi sed hezaran Kurd dan koçberkirin. Plana wan ev e ku bi şeran Kurdan qir bikin, bidin koçkirin û li qadên dagirkirî demografiyê biguherînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst