Nêçîrvan Barzanî: Divê destûra Kurdistanê nirxên demokrasî û azadiya derbirînê biparêze

19-05-2021
Sahîra Siddiq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî destûra bingehîn a ji bo Herêma Kurdistanê bê amadekirin got: “Divê destûra Kurdistanê nirxên demokrasî û azadiya derbirînê biparêze”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 19ê Gulana 2021ê di konferansa taybet bi Yekrêzî û Destûrê ya Zanîngeha Kurdistan- Hewlêr de gotarek pêşkêş kir û got: “Divê destûra Herêma Kurdistanê nirxên demokrasî û azadiya derbirînê biparêze û piraniya rengên pêkhatên gelê Kurd nîşan bide.”

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de amaje bi wê yekê  destûr ji bo serdestkirina yasayê ye li Kurdistanê û ji bo parastina hemwelatiyan e, û got: “Ji bo nivîsandina Destûra Kurdistanê em dê dest bi pêngavan bikin."

Li ser pirsa destûrîya Herêma Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî got:  “Divê destûra me  hemû pêkhatên Kurdistanê wekhev biparêze. Eger em bi hev re bin em dê bikarin hinek destkevtîyan bi dest ve bînîn” ́

Barzanî tekez kir ku Iraqê bi ti awayî piraniya bendên girêdayî mafên Herêma Kurdistanê cîbicî nekiriye û got: “Destkeftî bi yekitiyê tên bidestxistin û bi hemû partiyan serbilindim ku ne yek alî ne.

Serokê Kurdistanê bang li hemû aliyên têkildar ên hikûmetê kir  ku di dema biryardayînê de beşdar bibin û got: “Nabe di dema pirsgirêkan de ti aliyek xwe beşdar nezane û tenê xwe di dema deskevtiyan de beşdar bizane.”

Barzanî da zanîn ku ew di wê baweriyê de ye ku xalên hevbeş li Herêma Kurdistanê ji cudahiyan zêdetir in û diyar kir "nemana fikra pişbestina çekan di kêşeyên navxweyî de pêşketineke mezin e”

Derbarê çalakbûna  DIŞIê de jî Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku DAIŞê li deverên maddeya 140 "gelekr çalak" bû û got ku "Berî ku DAIŞ bê ezmûneke me ya gelek serkevtî di xwerêvebirina de li deşta Neynewa hebû, pişt re me pêşmerge neşandine wê deverê lê me hêzek ji xelkê deverê çê kiriye.”

Derbarê çawaniya destûrê de jî Barzanî ragihand ku divê destûra Herêma Kurdistanê destûrek be ku hemû alî li ser li hev bikin.

Barzanî bal kişand ser azadiya li Herêma Kurdistanê û destnîşan kir ku hikûmet û parlamento û Serokatîya Herêma Kurdistanê pabendê prensibên azadiya derbirîn û azadiya rojnamevaniyê û got: “Vî gelî bo azadî û serxwebûnê têkoşîn kiriye û ji doza xwe venagere Ew destûra ku em dinivîsin divê  li gor rasteqîneya Kurdistanê be û ji bo hemû pêkhateyan be”

Serokê Herêma Kurdistanê ev yek jî got ku bêyî çareserkirina ev pirsgirêkên hene, aramî li Iraqê bi dest ve nayê.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku divê li Iraqê, ew di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de divê li ser bingeha destûrê bêne çareser kirin û wiha berdewam kir “Destûra Bingehîn ya Iraqê, maf daye ku Herêma Kurdistanê destûra xwe bixwe binivîsîne. Divê ev destûr, ew nirxên ku Herêma Kurdistanê hertim pê serbilind bûye, demokrasî, azadiya derbirînê û prensîbên ku Herêma Kurdistanê ji yên din cuda dikin, biparêze.”

Nêçîrvan Barzanî di konferansê de li ser pirsekî jî wiha got “Gelê Kurdistanê ji bo azadiyê şer kir. Yekemîn dirûşma şoreşê otonomî û demokrasî bû. Demokrasî ne diyariyeke ku hinek ji derve dikaribê bide. Demokrasî forûma jiyanê ye. bêguman di vê pêvajoyê de xeletî hene. Lê tevî xeletiyan divê vê pêvajoyê bi pêş bixin. Em Demokrasiya li Kurdistanê nadin ber demokrasiya welatên din. Lê ya giring ew e ku mirov di riya rast de bimeşe û ji vê bawer be. Ev gelê ku ji bo azadî û demokrasiyê şer kiriyê, qet paşde gav navêje.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser çanda pêkve jiyanê ya li Herema Kurdistanê û dibêje serdana Papa Francis ya bo Herema Kurdistanê biryara wî bixwe bûye. Ji ber vê yekê Barzanî diyar kir ku rêveberiya Herema Kurdistanê her tim bi van nirxan serbilin de û divê hemû ev nirx di destûrê de cih bigrin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst