Rêveberiya Xweser nirxê ceh û genim diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberya Xweser li Rojavayê Kurdistanê nirxê ceh û genim û demê wergiritina wan diyarî kir.

Encûmena Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûriyê li gel Desteya Aborî û Çandiniyê û kompaniya pêşxistina civaka çandiniyê civiya û nirxên ceh û genim û dema wergirtina wan destnîşan kir.

Li gor vê yekê Desteya Aborî û Çandiniyê nirxê yek kîlo genim bi hezar û 150 lêreyên Sûriyê (nezîkî 33 sent) û yek kîlo ceh bi 850 lêreyan (nêzikî 30 sent) diyar kir.

Li ser vê yekê nirxên kîloyek genim û ceh yên ku aliyê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rojavayê Kurdistanê ve hatiye eşkerekirin li ser asta cihanê yek ji nirxên herî zêdetir e.

Herwiha Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya rêveberiya Xweser Selman Barûdo dibêje ku wan 26 navend ji bo wergirtina genim û ceh amade kirine û dê ji sibe (20 Gulanê) ve dest bi wergirtina ceh û genim  bikin.

Sala borî Rêveberiya Xweser biryar dabû ku her kîloyeke genimê cotkaran, bi 225 lîreyên Surî kirîbû, ew jî dikir nêzîkî 13 sentan.