KCD: Geliyê Zîlan ji bo Kurdan bîrek watedar e

Hewlêr (Rûdaw) – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ragihand ku nerazîbûn lihemberê çêkirina Santrala Hîdroelektrîkê (HES) a li ser Çemê Zîlan ku bi hezaran Kurd bikom lê hatibûn kuştin, nîşan da û ragihand ku Geliyê Zîlanê ji bo gelê Kurd xwedî cihek taybet û ji bo gelê Kurd xwedî bîrek watedar e.

KCDê bi daxuyaniyekê li dijî çêkirina Santrala Hîdroelektrîkê a li Geliyê Zîlanê ku dikeve sînorê parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, derket û ragihand ku bi destpêkirina belavbûna koronayê, talankirina xweza û civakê ya ji hêla desthilatdarî û sermayedaran bi awayekî hevdem hatî destpêkirin.

KCDê bi bîr xist ku beriya niha di sala 2014an de di çerçoveya destpêkirina projeya HESê ya Zîlanê de ji bo valakirina gundan gelek zevî û gund hatin îstîmlaqkirin, lê bi berxwedana xelkê deverê û piştgirîdayîna saziyên sivîl piştî serlêdana darazê, 6mîn Daîreya Ceza ya Daniştayê di sala 2015an de biryara rawestandinê dabû.

Di daxuyaniya xwe KCDê amaje dike ku sermayedar bi hevkariya desthilatdariyê ji rewşa niha ya ligel belavbûna vîrusa koronayê, ji xwe re wekî firsendê dîtine û careke din li ser çemê Zîlanê dest bi xebatê xwe kirine.

KCD di beşeke din a daxuyanî de dibêje: “Çemê Zîlanê ji bo gelê Kurd xwedî cihek taybet û beramberîbûna wê ya dîrokî heye. Çemê Zîlanê di sala 1930an de wekî 'Qetlîama Geliyê Zîlan' derbasî rûpelê dîrokê bû ye. Ji ber vê yekî ji bo gelê Kurd xwedî bîrek watedar e. Di qetlîma Geliyê Zîlan de 15 hezar Kurd hatin qetilkirin. Ev qada ku ji bo gelê Kurd bûyê navenda bîrê, îro bi projeya HESê tê xwestin ku bê binaxkirin.

Herwiha KCDê projeyê weke operasyoneke bîrê pênase dike û dibêje: “Di pêvajoya dawî de, bi hewla ku tê xwestin li Çavên Hallvorî ya Dersimê otelek taybet bê çêkirin, Heskîfa ku di bin avê de hatî hiştin û plankirina çêkirina HESê ya li ser çemê Munzurê aşkere xwiya dike ku li hemberî erdnîgariya Kurdistanê operasyonek bîrê tê kirin. Tê xwestin ku qetlîama ekolojiyê jî li qetlîamên beriya niha li hemberî civakê hatin kirin bê zêde kirin û bi vî awayî tê xwestin ku erdnîgariya Kurdistanê bê mirov û xweza bê hiştin.”

KCD bang li  gelê Kurd, partiyên siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl, tevgerên ekolojiyê dike da ku li hemberî van projeyên hikûmetê helwesta xwe nîşan bidin.

Çemê Zîlanê di navbera sînorê Navçeya Erdîş a Wanê de cih digire û qadekî avî ye. Çemê Zîlanê ligel qada daristanê û bi hezaran cûreyên zindiyan xwedî ekosîstemek mezin e. Ligel wê ev qad mêrg e û ji bo debara hemwelatiyên herêmê di warê çandinî û ajalvaniyê çavkaniyek dewlemend e.

Tê gotin ku di Komkujiya 1930an a Geliyê Zîlan de nêzîka 15 hezar Kurd bi kom hatine kuştin. Rojnameya Cumhuriyetê di nûçeya xwe ya 16ê Temûza 1930an de nivîsîbû: “Geliyê Zîlan heta deviyê bi cesedan tejî bûye.”