Tirkiyê li Efrînê yekineyeke nû ji polîsên leşkerî ava kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê beşek din ji hêzên polîsên leşkerî rahênan û amade kirin ji bo ku kar li navçeyên wê herêmê bikin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye ku yekîneyeke nû ji polîsên leşkerî yên ser bi hêza bi navê Artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûrî der çû.

Li gorî zanyariyan ew yekîne roja 17ê Gulana 2020an li Binkeya Rêveberiya Giştî ya Polîsên Leşkerî ya ser bi hêza bi navê Artêşa Niştimanî, li bajarokê Qetmê yê ser bi Efrînê, der çû.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan nîşan bi wê yekê daye ku bi van gavan, Tirkiyê di siyaset û proseya guherîna demografîk de, berdewam dibe û bi taybetî bi rêya van hêzên ku li nav bajarên Herêma Efrînê belav dibin û bicih dibin.

Di medyaya civakî de jî hatiye belavkirin, dîmen û wêneyên hatine bidestxistin diyar dikin ku Polîsên Leşkerî li ser fanêleyên xwe al û nexşeya Tirkiyê danîne, bi wateya ku ew ser bi Tirkiyê ne, bêhtir jê ku ser bi Sûriyê bin.