Mesut Tek: Ji ber navê Kurdistanê ji me re dibêjin nijadperest

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê di derbarê doza girtina çend partiyan de, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) daxuyaniyeke hevpar belav kirin. Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek jî diyar dike ku ji ber navê Kurdistanê, Dozgerê Giştî wan weke nijadperest bi nav dike.

 

PAK û PSK di daxuyaniya xwe de diyar dikin ku Tirkiye bûye goristana partiyên siyasî û vekirina dozekê ji bo girtina partiyên ku peyva "Kurdistan" di navê wan de ye, binpêkirina demokrasiyê ye.

 

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) didin xuyakirin, ku çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê û tevahiya deverê, rê li ber demokrasî, aştî û aramiyê vedike, lê ev doza ku li dadgeha destûrî hatiye vekirin, li dijî demokrasiyê derbeyek e.

 

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSKê, Mesûd Tek beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihand, doza ku li dijî wan hatiye vekirin siyasî ye û ne destûrî ye.

 

Mesut Tek got, ev siyasetên ku niha li meydana siyasî têne bicîkirin pirsa Kurdî çareser nake û Tirkiye hertim bi tiving û çekan bersiva daxwazên rewa yên Kurdan daye.

 

Tek herwiha eşkere kir ku ji ber navê Kurdistanê, Dozgerê Giştî wan weke nijadperest bi nav dike.