Partiyên Kurdistanî: Em misqalek ji doza Kurd û Kurdistanê venagerin

19-05-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Eger heye 4 partiyên Kurdan bi hev re bêne girtin
Eger heye 4 partiyên Kurdan bi hev re bêne girtin
Nîşan PAK PSK KKP PDK-T
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serdozgeriya Tirkiyeyê bi hinceta ku 4 partiyên li Bakurê Kurdistanê di navê wan de peyva Kurdistanê derbas dibe û di bernameyên xwe de daxwaza mafên neteweyî yên kurdan dikin, ji Dadgeha Makezagonê daxwaza girtina van partiyan kir. Rêveberên partiyên kurdan dibêjin partiyên wan bêne girtin jî ew dê misqalek ji doza Kurd û Kurdistanê paşve gav neavêjin û doza girtinê jî weke hewldanên kuştina siyaseta kurdî dibînin.

 

Li Bakurê Kurdistanê 4 partiyên ku navê Kurdistanê di navê partiyên wan de heye, bi girtinê re rû bi rû ne. Serdozgeriya Komarê di berdewamiya doza ku vekiribû de, mutalaya xwe da. Serdozgerî bi hinceta ku ev partî bi navê Kurdistanê û zimanê kurdî dixwazin Tirkiyeyê perçe bikin, daxwaza girtina van partiyan kir.


Partiyên ku li ber girtinê ne Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) ne.


Derbarê dozê de Serokê Giştî yê KKPê Sînan Çîftyurek ji Rûdawê re got: “Me lêkolîn kir, qet di belgenameyeke Tirkiyeyê de, destûra wê de, qanûna partiyên siyasî ya 2820an de, di hemû yasayên wê de qedexekirina kurd û Kurdistanê tune ye. Jixwe qala kurd û Kurdistanê nakin. Ev qedexe defacto ye. Keyfî ye.”


Rêveberên PSK'ê jî bal dikişînin ku qanûnên Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî berevajî hev in û bi doza girtina van partiyan Tirkiye hiqûqa xwe binpê dike.


Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek got: “Eger li gorî hiqûqa navneteweyî be, li gorî destûra xwe ya Tirkiyeyê jî be divê partiya me neyê girtin. Ji ber ku li gorî xala 90î ya Destûra Tirkiyeyê dibêje eger hiqûqa navneteweyî û qanûna Tirkiyeyê nakok bin a serdest hiqûqa navneteweyî ye.”


Li gorî rêveberên PAKê jî girtina partiyan li Tirkiyeyê bûye kevneşopiyek. Ew vê dozê weke hewldanên kuştina siyaseta kurd dibînin.


Derbarê vê mijarê de Birêveberê Navenda Giştî yê PAKê Henîfî Turan wiha axivî: “Dema ku li Tirkiyê biryar bê dayîn û partiya me daxînin, em dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. Ji wir çi encam derdikeve bila derkeve dê her kadroyên nû dîsa derkevin û partiyan ava bikin.”


Doza derbarê çar partiyên bi navê Kurdistanê de 5 meh berê hatibû vekirin. Ger biryara girtina van partiyan bê dayîn, ev dê di dîroka Tirkiyeyê de bibe yekem pêngav ku di rewşeke asayî de 4 partiyên kurdî bi hev re têne girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst