ENKS: Eger garantiya aliyê sêyem hebe, em amade ne li gel PYDê bixebitin

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiya Kurdî Hesen Salih ragihand ku eger aliyekî sêyem ê navdewletî hebe, ENKS amade ye li gel PYDê danûstandinan bike.

 

Hesen Salih beşdarî bultena Rojava ya Rûdaw TVyê bû û li ser avakirina lêvegereke Kurdî li gel Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) diyar kir ku Encûmena Niştimaniya Kurdî ya Sûriyê (ENKS) ji berê ve amade bû ji bo ku li ser bingeha projeya netewî ya Kurdî bi hev re bixebitin û got ku "mixabin peymanên ku li Başûrê Kurdistanê bi serperiştiya Serok Barzanî çêbûn, PYD jê reviya û rêz lê negirt, ji ber vê yekê em dibêjin bawerî nema û divê bi rengekî nû rêya nêzîkbûnê vekin, ev jî ENKS her car dibêje, ofîsên ku hatine şewitandin û girtin, divê vebin, divê girtî ji zîndanan werin derxistin, revandin û leşkeriya neçar rabin, wê çaxê rê ji danûstandinan re dê vebe".

 

Li ser pirsa "gelo hûn behsa van mijaran ji PYD, Rêveberiya Xweser û TEV-DEMê re dikin an an?" Hesen Salih eşkere kir: “Nebawerî me çênekiriye, TEV-DEM û PYD nebawerî çêkirine, ji ber ku ew xwedî li peymanên ku hatin çêkirin derneketin, aniha ji wan tê xwestin ku vegerin projeya ku li ser bingeha netewî me li Duhokê li hev kiribû, wê çaxê em ê karibin bi hev re guftûgo bikin. Ji ber ku bawerî jî nemaye, divê aliyekî sêyem ê navdewletî hebe daku garantî bide ku ev peyman were bicihkirin.”

 

Hesen Salih derbarê pirsa aliyê sêyem de destnîşan kir: “Eger Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka û Fransayê were ser xet, em dikarin bi vî karî rabin, dema di bin serperiştiya wan de be, em amade ne li ser erdê jî cihê xwe bigrin, ji aliyê leşkerî ve jî, ji aliyê rêveberiyê jî, lê belê divê ew amadebûn li cem TEV-DEMê hebe ku vegerin ser projeya netewî.”

 

Salih bal kişande ser wê yekê ku li Efrînê Tirkiye, Rûsya û Îran hatin ba hev û got: “Li Efrînê Tirk, Rûs û Îranî tev bi hev re hatin ser parêzgeha Kurdî daku Kurdan tine bikin, PYD hêj dibêje em ne li gel projeya netewî ne, divê em bi Sûriyeya pêşerojê re bibin, ku ti navê netewî li ser tine ye.”

 

Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiya Kurdî Hesen Salih eşkere kir ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) berê Amerîkiyên li Rojavayê Kurdistanê nadin aliyê ENKSê daku bi wan re danûstandinan bikin û got: “Lê belê encûmenên me yên derve ji konsulxane û balyozxaneyên wan re dibêjin ku piştî bidawîbûna DAIŞê dema Amerîka li rojhilatê çemê Firatê rêkûpêkiyek bike, em amade ne.”