FLAŞ – Balafir Qendîlê bombebaran dikin!

19-05-2016
RÛDAW
Nîşan Balafir Tirkiye PKK Qendîl Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên Tirkiyê îşev sînorê esmanî yê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û bintara Çiyayê Qendîl ê û devera Biradost bombebaran kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Bextiyar Qadir ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê îşev derbasî esmanê Başûrê Kurdistanê bûn û gelek bi nizimî li ser esmanê navçeyên Soran, Rewanduz, Çoman û Pişder geriyan.

 

Peyamnêrê me got, herwiha balafirên Tirkiyê bi ser esmanê devera Sinînê ya girêdayî bajarokê Sîdekanê û gundê Bokrîskan ê girêdayî bajarokê Wertê û gundê Lêwje yê ser bi bajarokê Sengeser li bintara Çiyayê Qendîl geriyan.

 

Li gor zanyariyan, balafiran bi hinceta hebûna binke û baregehên gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çend cih li derdora wan cihan bombebaran kirin.

 

Geriyana balafiran li esmanê hin deverên Başûrê Kurdistanê hêj berdewam e.

 

Derbarê zirarên îhtîmalî yên bombebaranan de hêj ti zanyarî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst