Galeriya wêneyan

19-05-2016
36 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Xwaringeha Malî Daykim (Mala Dayika Min) yek ji xwaringehên bajarê Hewlêrê ye ku bi şêwazek kulturî hatiye dîzaynkirin û xwarinên Kurdî têde tên pêşkêşkirin.

 

Li vê xwaringehê wêneyên çendîn serkirdeyên siyasî, helbestvan û nivîskar û keatiyên navdar ên Kurdistanê li ser dîwar hatine daliqandin. Herwiha xwaringeh bi ferş, mafûr û kuzik û cerên kevnar hatiye xemilandin.

 

Beşek li xwaringehê heye ku xelk dikare li ser erdê û li ser mafûrê rûne.