Wêneyê Barzanî li bircên Amedê hat daliqandin

 

 

Amed (Rûdaw) -  Ciwanên Netewî Yên Kurdistanê ji bo piştgirya xwe ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nîşan bidin, wêneyê wî li Amedê li bircên bajêr ve daliqandin.

 

Mesûd Barzanî duhî li devera Pîrmamê ya Hewlêrê li ser serdana xwe ya Amerîka û Ewropayê her wiha rewşa dawî ya Kurdistan û Iraqê bi rayedar û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re civiyabû.

 

Barzanî di civînê de ji partiyên siyasî re gotibû, “Eger hûn pişta min bigirin û nakokiyên nav xwe çareser bikin ezê hema îro serxwebûnê ragihînim”

 

Îro endamên Ciwanên Netewîyên Kurdistanê bircên Amedê bi wêneyê Mesûd Barzanî xemilandin.

 

Endamê Ciwanên Netewî Yên Kurdistanê Îrfan Bahadîn ji Rûdawê diyar kir ku wan xwest li ser gotina Barzanî ya “Heger hûn piştgiriya min bikin ez ê niha serxwebûna Kurdistanê ragihînim” piştgiriya xwe ji bo wî nîşan bidin ev çalakî pêk anîn.

 

 Di bin wêneyê Mesûd Barzanî ev diruşim hatine nivîsandin:

 

“Em li pişta te ne û cangoriyên welatê xwe ne”

 

“Bijî Kurdistana Yekgirtî û Serbixwe”