Hejmara kursiyên kurdan li Kerkûk û Diyale zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan ve hat eşkerekirin, hejmara kursiyên kurd li parêzgehên Kerkûk û Diyale zêde bûye.

Li gorî encamên fermî yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê ku îro hatin eşkerekirin, kurdan li parêzgeha Kerkûkê 8 kursî bidest xistine ku li gorî hilbijartinên 2009an 2 kursî zêde bûye.

Lîsteya YNKê li Kerkûkê bi tena xwe 6 kursî bidest xistiye û bûye yekem, PDKê jî kariye 2 kursiyan bidest bîne, bi vî rengî kurdan ji 12 kursiyên parêzgehê 8 kursî bidest anîne.

Li parêzgeha Diyale jî, Hevpeymaniya Aştî ya Kurdistanî kariye 2 kursiyan bibe û li gorî encamên hilbijartinên sala 2009an, kursiyek zêde bûye.

Lê li parêzgeha Selahedînê kurdan nekarîne ti kursiyekê bidest bixin û li parêzgeha Mûsilê jî hejmara kursiyên kurdan kêm bûye.

Li gorî encamên fermî, Hevpeymaniya Kurdistanî li parêzgeha Mûsilê ji 31 kursiyan 6 kursî qezenc kiriye û lîsteya YNKê jî 2 kursî bidest aniye. Vê carê jî pişka kota ya kurdên êzîdî ji dest kurdan çûye lê karîne pişka kota ya şebek û mesîhiyên parêzgehê bidest bînin.