‘Çiyayê Cîlo û Oremar tê bombebarankirin’

19-05-2013
EHMED EKAŞ
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê BDPa Colemêrgê ji Rûdawê re ragihand ku artêşa Tirkiyê bi karwanên leşkerî prefabrîkan vediguhêzin navçeya Çelê.

Rêveberê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û komîta çareseriyê li Colemêrgê Rehmî Kurt ji Rûdawê re ragihand ku Artêşa Tirkiyê bi karwanên leşkerî prefabrîkan vediguhêzin navçeya Çelê ya girêdayî Colemêrgê.

Rehmî Kurt diyar kir ku armanca veguhestina wan prefabrîkan ew e ji bo qereqol û baregehên li ser sînor de werin bikaranîn.

Derbarê operasyon û bombekirina çiyayê Cîlo û Oramarê de, Kurt wiha got: “Em nizanin sedama van operasyon û topbaran çiye, lê tu zirar û ziyan jê çênebûye.”

Kurt wiha got: “Ev çend rojin li ser Cîlo yê biçûk, Samûray û Gare ya Mezin, balafirên keşfê gelekî difirin. Gareya Colemêrgê ji aliyê balafiran ve tê bombekirin.”

Rêveberê BDPa Colemêrgê Kurt destnîşan kir ku wan ji bo van operasyon û veguhestina prefabrîkan serî li rêveberiya ewlekariyê û parêzgerê bajarê Colemêrgê dane û daxuyand: “Heya niha jî tu bersiv ne hatiya dayin.”

Gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji 8ê Gulanê ve dest bi vekişîna ji nava sînorê bakûrê Kurdistan û Tirkiyê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst