Bûbû sembola hilbijartinan: Di heqê wî de lêpirsinê dest pê kir

19-04-2024
Nîşan Suleyman Salgucak Şirnex Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin ku li ser Suleyman Salgucak lêpirsînê dest pê kiriye.

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Yek ji deverên ku gelek nîqaş li serê hatin kirin Şirnexa Bakurê Kurdistanê bû.

Bi hezaran polîs û leşker bi otobusan ji bajarên din anîn Şirnexê û wan li Şirnexê deng da.

“Biaxive, tu ji kû derê yî?”

Suleyman Salgucak li ber dibistanekê ketibû pêşiya polîs û leşkeran û ji yekî ji wan bi Tirkî dipirsî, “Biaxive, tu ji kû derê yî?”

Suleyman Salgucakê 61 salî piştî ku dîmenên wî belav bûn bi carekê re ket rojevê.

Ew kêlî ji aliyê bi hezaran kesan ve hatin belavkirin.

Ew hevok bûye sedem

Parêzer Ramazan Demîr bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand:

“Dozgeriyê ji ber hevoka ‘Biaxive, tu ji kû derê yî?’ dest bi lêpirsînê kiriye.”

Ramazan Demîr diyar kir ku dozgeriyê ji ber “li dijî derketina qanûna hilbijartinan” dest bi lêpirsînê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst