Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê li ser hinardekirina petrola Kurdistanê axivî

19-04-2024
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar Petrola Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ragihand di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêk hene.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar beşdarî bernameyeke televîzyonî ya Tirkiyeyê bû derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Yek ji mijarên ku Bayraktar li ser axivî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bû ku ji Adara 2023yan ve rawestiyaye.

Alparslan Bayraktar ragihand ku wî 4ê Çiriya Pêşîna 2023yan ragihandiye ku di warê teknîkî de boriya veguhastina petrolê li aliyê Tirkiyeyê ji bo hinardekirinê amade ye û got:

“Lê ji wê rojê ve ji boriyê petrol naherike. Dozeke me heye ku ligel Îraqê berdewam dike. Berpirsê pirgirêkan ne Tirkiye ye.”

Alparslan Bayraktar amaje bi wê yekê kir ku yek ji sedem û astengiyên li pêşiya hinardekirina petrolê pirsgirêk û lihevnekirinên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de ne û anî ziman:

“Roja duşemê birêz Serokkomarê me diçe Bexdayê. Em jî dê di şandeyê de pê re bin.

Em dixwazin ev hêla boriyê bi temamî were bikaranîn. Divê petrola Îraqê û ew petrola ku Tirkiye berhem tîne bigihe Ceyhanê.”

“Me pêdivî temam kirine”

Bayraktar di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Boriya Tirkiye-Îraqê rengvedana pêwendiyên me yên cîrantiya ligel Îraqê ye ku dîroka wê digihe salên 1970yî. Projeyeke ku ji bo bazara petrola cîhan û herêmê gelekî girîng e.

Ji ber şerên li Îraqê hinek xebat ketin astengiyê. Me beşa hêla boriyê ya ku dikeve nav sînorên me de her tim çalak hişt.

Me ji bo nûjenkirina temamiya vê xetê xebatek kir û me li cihên ku erdhejê bandor li wan kiriye xebatên pêdivî temam kirine.”

Bayraktar petola Çiyayê Gabarê yê Şirnexê jî wekî dîtineke herî mezin a Komara Tirkiyeyê bi nav kir û got:

“Bajarê me yê Şirnexê bi ferqeke zêde bû bajarê sereke ku herî zêde petrolê berhem tîne. Petrolên Tirkiyeyê destpêka 2016an 33 bermîl petrol berhem dianîn.

Îro tenê li Gabarê berhemanîna rojane 40 hezar bermîl derbas kiriye. Armanca me ew e ku dawiya salê berhemanîna rojane li Gabarê bigihe 100 hezar varîlan.

Eger em li ser nirxê petrolê jî biaxivin ev bi bihayê 3 milyar dolar mezinbûna aboriyê ye. Em vê petrolê hawirde nakin û li welatê me dimîne.”

Alparslan Bayraktar ragihand ku ew dê li Colemêrg, Wanê û li bakurê Çiyayê Gabarê jî çend bîrên nû yên petrolê bikolin û da zanîn:

“Em dê 2024an 140 bîrî vekin. Em dê bi saya Xwedê bi van bîran yedekên nû yên petrolê li yedekên xwe zêde bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst