Serdozgeriyê derbarê Şaredariya Mêrdînê de lêkolîn da destpêkirin

19-04-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de lêkolîn da destpêkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku ji bo lêkolîna  îdiayên “nexwendina Sirûda Neteweyî” û “rakirina Alaya Tirkiyeyê” li Şaredariyên Amed û Mêrdînê mufetîşên (çavdêr) sivîl hatine erkdarkirin.

Piştî daxuyaniya Yerlîkaya Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ragihand ku derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de li ser îdiayên “nexwendina Sirûda Neteweyî” lêkolîn hatiye destpêkirin.

Serdozgeriya Mêrdînê di daxuyaniya xwe de da zanîn:

“Ji aliyê Serdozgeriya me ya Komarê ve li ser bûyera nexwendina sirûda me ya neteweyî û rêzgirtinê 13ê Nîsana 2024an li Encûmena Şaredariya Mêrdînê lêkolîn hatiye destpêkirin.”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû û îdiayên nexwendina Sirûda Neteweyî ya Tirkiyeyê red kiribûn.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk gotibû:

“Li Tirkiyeyê divê ala û ol ji bo siyasetê nayên bikaranîn û em hertim rêzê li nirxên hevbeş ên vî welatî digirin.

Wekî ku tê îdiakirin di encûmena me de dengdan li ser nirxên vî welatî nehatiye kirin. Em tikayê ji raya giştî dikin ku guh nedin van polîtîkayên reşkirinê yên bi vî rengî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst