Çemê Dîcleyê: Cenazeyê kesekî hat dîtin

19-04-2024
RÛDAW
Nîşan Çemê Dîcleyê Cenaze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê şeva borî welatiyekî di Çemê Dîcleyê de cenazeyê zilamekî dît.

Li ser agahdarkirina tîman li Çemê Dicleyê lêgerîn hat destpêkirin.

Li gorî zanyariyan şeva borî welatiyekî Navenda Banga Bilez a Tenduristiyê agahdar kir û got ku li nêzîkî Pira Dehderî di Çemê Dicleyê de cenazeyê zilamekî heye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, tîmên parastina sivîlan û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Zanîngeha Dîcleyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên pêwendîdar li nav çem bi beleman dest bi lêgerînê kir.

Piştî ku heta derengiya şevê encamek bi dest neket xebat hatin rawestandin.

Tîm dê îro careke din dest pê bikin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst