PAK: Werin em bi hev re li himberî zilma li ser Kurdên Êzidî helwestê bigirin

19-04-2023
RÛDAW
Nîşan Kurdên Êzidî Çarşema Sor PAK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi helkefta hatina cejna sersala Kurdên Êzidiyan, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got: “Em bangî hemû Kurd û Kurdistanîyên li cîhanê dikîn ku li himberî zilm û neheqî û êrîşên li ser Kurdên Êzidî helwestê bigirin.”

PAKê îro Çarşemê 19 Nîsana 2023yan bi mabesta Cejna sersala Kurdên Êzidî  (Çarşema Sor) peyameke pîrozbahiyê belav kir û got: “Kurdên Êzidî jê bawer dikin ku li gorî salnameya berê, di çarşema yekem ya meha nîsanê de avabûna gerdûnê temam bûye û jiyan dest pê bûye. Ji ber vê jî vê rojê wek Cejna Çarşema Sor, wek  Cejna Sersalê pîroz dikin.”

Di peyama xwe de PAK dibêje: “Ola Êzidî yek ji ola herî kevnar a Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî xwedîyê taybetmendiyeke dînî, kulturî, civakî û dîrokî ye. Di dîroka xwe de xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî ji ber nasnameya xwe ya olî û neteweyî tûşî gelek komkujî û êrîş û karesatan bûne, lê wan tu carî  dest ji zimanê Kurdî, dest ji nasnameya xwe ya olî, kulturî û Kurdayetiyê bernedane.”

PAK herwiha ji bo berevanîkirina Kurdên Êzidî bang dike û dibêje: “Di Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî da em bangî hemû Kurdan û Kurdistanîyên li cîhanê dikîn ku li himberî zilm û neheqî û êrîşên li ser Kurdên Êzidî helwestê bigirin û rê jî nedin ku tu aliyek xwe li ser wan de bisepînin.”

Di dawiya peyama xwe de PAK dibêje: “Em bi hest û bîr û bawerî û hişmendîya xwe ya neteweyî û niştimanî Cejna Çarşema Sor, Cejna Sersalê  ya xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî pîroz dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst