Iraqê ji bo Kurdên Êzidî bêhnvedana fermî ragihand

19-04-2023
RÛDAW
Nîşan Iraq Kurdên Êzidî Çarşema Sor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civata Wezîran a Iraqê roja Sêşemê 18ê Nîsanê biryar da ku îro Çarşemê 19ê Nîsana 2023an ji ber Cejna Çarşema Sor ji bo Kurdên Êzidî bêhnvedana fermî be. Civata Wezîran herwiha biryar da ku roja 1ê Nîsana hemû salekê ji bo Kurdên Êzidî bêhnvedana (betlaneya) fermî be.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê duh Sêşemê 18ê Nîsanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, êvara îro  Sêşemê Civata Wezîran a Iraqê bi serokatiya serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê 16mîn civîna xwe ya asayî saz kir.

Di civînê de “pêşhatên dawî yên navxwe yên Iraqê, mijarên têkildarî pêkanîna xalên xizmetguzariyê û bernameyên rojeva hikûmetê” hatin gotûbêjkirin û “tekezî li ser cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyê yên pêşîn, rûbirûbûna gendelî, hejarî û bêkariyê û cîbicîkirina tedbîrên çaksaziya aborî” hate kirin.

Civata Wezîran a Iraqê biryar da ku roja Çarşemê 19ê Nîsana 2023ê wek bêhnvedana fermî ya Kurdên Êzidî were ragihandin, herwiha biryar hat dayîn ku yekem Çarşema meha Nîsanê ji bo Kurdên Êzidî bibe betlaneya fermî.

Nêzîkî 500 hezar Kurdên Êzidî li Iraqê û Herêma Kurdistanê dijîn. Kurdên Êzidî bi piranî li qezaya Şingalê ya Mûsilê û qezaya Şêxanê ya Duhokê û hejmarek bajarokên din dijîn û perestgeha wa a herî pîroz Perestgeha Laliş dikeve navçeya Şêxanê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst