Serok Barzanî Çarşema Sor li Kurdên Êzidî pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de Cejna Çarşema Sor anku sersala ola Êzidî li Kurdên Êzidî pîroz kir û ragihand, ew hêvîdar e dawî li wan êş û azaran bê ku berî çend salan ji ber zilma terorîstan û koçberî û derbederî dîtibûn.

Kurdên Êzidî duh Sêşemê 18ê Nîsanê li Perestgeha Lalişê li navçeya Şêxanê bi merasimeke olî pêşwaziya Cejna Çarşema Sor anku sersala Êzidiyan kirin.

Bi boneya wê cejnê, Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kiriye û tê de wê cejnê li Kurdên Êzdî pîroz dike û dibêje: Bi helkefta hatina cejna serê sala ola Êzidî (Çarşema Sor), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Êzidî dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.

Serok Barzanî herwiha hêvî dike, Kurdên Êzidî cejna xwe di rewşeke aram de pîroz bikin û dawî li êşên wan were. Di peyamê de wiha tê gotin: “Hêvîdarim hemû helkeft û cejn û xweşiyên xwe di rewşeke aram û pir bexteweriyê de pîroz bikin û dawî li wan êş û azaran bê ku berî çend salan ji ber zulma terorîstan û koçberî û derbederiyê dîtibûn.”