Li Efrînê şivanên Ereb li pîremêrekî Kurd dan û hestiyên wî şikandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Efrînê hejmarek şivanên Ereb ku temenê wan di navbera 16-18 salan de ye li pîremêrekî Kurd dane û bi giranî ew birîndar kirine.

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê ragihandiye ku roja Sêşemê 18ê Nîsanê hejmarek şivanên Ereb li gundê Gawenda yê Efrînê li pîrmêrê Kurd Xelîl Mamiq ê 86 salî dane.

Li gor rêxistina navborî, dema ku pîremêrê Kurd hewl daye rêgiriyê li şivanên Ereb bike û nehêle pezên xwe li nav zeytûnên wî biçêrînin, wan êrîşî wî kirine û bi tundî lêdane.

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê diyar kiriye, ku şivanên Ereb ên hawirde hestiyê paq û qalçeya wî pîremêrê Kurd şikandine.

Li gor zanyariyan, piştî birîndarbûnê pîremêrê Kurd rakirine nexweşxaneya leşkerî ya Efrînê.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara 2018an ve di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de ye. Ji wê demê ve heta niha bi sedan binpêkarî di derheqê xelkên resen ên Efrînê de hatine kirin.