Li tevahiya Bakurê Kurdistanê barana gur dibare

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiya Tirkiyê ragihand, roja 18ê Nîsanê ji bilî parêzgehên Konya, Aksaray û Karamanê yên Tirkiyê tê çaverêkirin û li hemû parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê barana gur bibare.

Li gor Saziya Keşnasiyê, li parêzgehên Agirî, Îdir, Wan û Erzînganê yên Bakurê Kurdistanê demjimêrên nîvro barana gur dest pê dike û li wan herêman ku berf lê hene metirsiya aşûtê heye.

Herwiha li parêzgehên Erzerom, Îdir, Qers, Meletî, Amed, Dîlok, Sêrt, Riha û parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê demjimêrên nîvro barana gur dest pê dike.

Pileyên germê jî li bajarên Bakurê Kurdistanê di navbera 18 û 27 pileyan de dibe. Pileyên germê yên herî kêm bi 18 pileyan li Erzeromê ye û bi herî bilind jî bi 27 pileyan li parêzgeha Rihayê ye.