Ji bo 17 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî hat dayîn

19-04-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Saziya Keşnasiyê Lehî Barîna Baranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ji bo roja Pêncşemê li 17 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 2 parêzgehên Tirkiyê hişyariya barana zêde da û ragihandiye ku divê ji ber egera lehiyê tedbîrê pêwîst bên wergirtin.

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasî a Tirkiyê roja Pêncşemê 20ê Nîsana 2023an li parêzgehên Dêrsim, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Erzîngan, Erzerom, Agirî, Mereş, Semsûr, Meletî, Xarpêt, Amed û Riha yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Osmaniye û Edene yên Tirkiyê dê baraneke zêde bibare û egera lehiyê heye. Herwiha li çend parêzgehan ligel baranê dê ba û bahoz jî çêbibe.

Saziya navborî ragihandiye ku dê bi giştî li 19 parêzgehan baraneke zêde, li cihên bilind jî berf bibare. Tê pêşbînîkirin ku heta roja yekemîn ya Cejna Remezanê Înê serê sibê jî berdewam be.

Herwiha li parêzgehên herêma erdhejê Mereş, Semsûr û Meletiyê jî hişyarî hatiye dayîn ku li gor egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin û ku piraniya xelkê li derve di çadiran de dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst