Li Amedê bûyera trafîkê: Jinekê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li jineke 33 salî da û di encam de wê jinê canê xwe ji dest da.

Li gor dîmenên kameraya ewlekariyê dem jina bi navê N.A. ya 33 salî dixwaze ji aliyekî rê derbasî aliyê din bibe otomobîlek tê û lê dide.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîsan çûne cihê bûyerê û midexaleya destpêkê kirine. Lê ligel hemû midexaleyan jina 33 salî canê xwe ji dest daye.

Herwiha şofêrê otomobîlê piştî bûyerê ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.