Komîteya lêkolînê ya êrîşa Firokexaneya Silêmaniyê rapora xwe pêşkêşî Encûmena Wezîran kir

19-04-2023
RÛDAW
Nîşan Firokexaneya Silêmaniyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî komîteyek ji bo lêkolîna êrîşa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê pêk anî, îro Çarşemê komîteyê serdana firokexaneyê kir û rapora ku amade kirin pêşkeşî Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê kirin.

Şêwirmendê Yasayî yê Wezareta Navxwe Dr. Samî Celal serokatiya wê komîteyê kir û Şêwirmendê Wezareta Navxwe Bemo Omer, Şêwirmendê Wezareta Gihandin û Veguhestinê Hestiyar Esed û ji Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê Aso Elî jî wek endamên komîteyê amade bûn.

Li gorî agahiyên Rûdawê, îro Çarşemê 19ê Nîsana 2023an, komîte îro çû firokexaneyê û raporeke berfireh amade kir û pêşkêşî Encûmena Wezîran kir.

Çavkaniyekî agahdar ji karê komîteyê ji Rûdawê re ragihand ku hêsankarî ji bo komîteyê hatiye kirin û hemû endamên komîteyê rapora ku pêşkêşî Encûmena Wezîran kiriye, îmze kirine.

Roja Înê 7ê Nîsana 2023an li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê dûmanek bilind bû, rayedarên firokexaneyê û asayîşê di destpêkê de gotibûn ku şewateke normal bûye lê piştre hat ragihandin ku êrîşek bi firokeyên bê firokevan hatiye kirin.

Rûdawê ji çend çavkaniyan agahî wergirtibû ku êrîşî Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî hatiye kirin lê ew û tîma xwe bi saxî rizgar bûne.

Sibeha roja Yekşemê 9ê Nîsana 2023an, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi vîdeoyekê zanyariyên li ser êrîşa firokeyên bêfirokevan ragihand, “Duh dema ku me civînên xwe yên bi hevkarên xwe yên şerê dijî DAIŞê re bi dawî kirin li bajarê Silêmaniyê, piştî nîvroj dema ku em vedigeriyan konvoya em tê de ku ligel me hevkarên me yên Amerîkî hebûn, her wiha hêza CTG (Dije Teror) hebûn, rastî êrîşeke dronên Tirkan hatin. Ev êrîş jî bê encam bû û vala derket.”

Piştî bûyerê Berdevkê Pentagonê Phil Ventura li ser teqîna li Firokexaneya Silêmaniyê bersiva pirsên Rûdawê da û got, “Em piştrast dikin ku roja Înê li Silêmaniyê li dijî karwaneke otomobîlan êrîş hate kirin û hêzên Amerîkî jî di nava karwanê de hebûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst