Jina Kurd di 72 saliya xwe de fêrî xwendin û nivîsînê dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê jinek temen 72 salî fêrî xwendin û nivîsînê dibe. Dayika Gulendam dibêje temenê fêrbûnê nîne lewma ew li Navenda Piştevaniya Malbatê ligel hevalên xwe fêrî xwendin û nivîsînê dibe. Gulendam ji bilî Kurdî ti zimanekê nizane. Kursa wê jî  bi zimanê Tirkî ye. 

Gulendam Ural xelka navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ye, temênê wê 72 sal in û xwendin û nivîsînê nizane. Lê dibêje temenê fêrbûnê nîne û li Navenda Piştevaniya Malbatê ligel hevalên xwe fêrî xwendin û nivîsînê dibe.

Welatiya Kurd Gulendam Ural dibêje: “Me jiyana xwe li gundan derbas kiriye, ev 15 sal in em hatine Tetwanê. Pêşiyê zarokên me hatin û paşê ez û malxweyê xwe jî ji ber wan hatin. Piştî me xanî çêkir me got em xwe fêrî nivîsandinê bikin. “Ev du meh in ez têm vê derê. Ez du hefteyan piştî hevalên xwe hatim.”

Gulendam Ural tevî ku li gor hevalên xwe yên polê dereng jî destpê kiriye pêşveçûnek berçav di fêrbûna wê de heye.

Xwendekara Kursa Xwendin û Nivîsînê Sabiha Altan jî got: “Ez dayika 3 zaroka me. Berê qet xwendina min nebû. Min di civînên zarokên xwe yên xwendekar de gelek pirsgirêk didîtin. Min nedikarî nav binivîsim û min dida kesek din daku binivîse. Ev der vebû û min serlêdan kir. Ev 2 meh in ez têm. Niha ez gelek baş im.”

Asta yekem a kursa xwendinê 3 meh in. Asta duyem jî derdora 5 meh in ku ligel xwendin û nivîsînê çend waneyên din jî tên fêrkirin.

Mamoste Engîn Yakit jî got: “Kursên me yên asta yekem derdora 160 demjimêr in. Asta duyem hinekî girantir e. Ji ber ku ne tenê fêrbûna zimanê Tirkî, ligel wê fêrî waneyên zanistên civakî û matematîkê jî dibin. Ew jî derdora 220 demjimêr berdewam dike.”

Heta niha derdora 30 jinan li wê navendê fêrî xwendin û nivîsînê bûne.  Berpirsên navendê plan dikin ku heta dawiya îsal 50 jin li nevendê herdû astên kursê temam bikin.