Başak Demîrtaş: Tenê hezkiriyên wî û gelê me dikarin ji Selahattîn re bibêjin 'Selo'

Hewlêr (Rûdaw) - Başak Demîrtaş, hevjîna Hevserokê Berê yê Partiya Demokaratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş  karvedan li dijî gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ên li dijî Selahattîn Demîrtaş nîşan da û got “Tenê hezkiriyên wî dikarin ji Selahattîn re bibêjin Selo.”

Başak Demîrtaş, hevjîna Hevserokê Berê yê Partiya Demokaratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî merasîma vekirina ofîsa hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk (YSP) bû.

Ev demeke Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li ser gotinên Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu yên derbarê azadkirina hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş de li meydanan rexneyan li Kiliçdaroglu digire û dibêje ku “yek ji armancên Kiliçdaroglu azadkirina Selo (Selhattîn Demîrtaş) ye.

Başak Demîrtaş derbarê van gotinên Erdogan ên li dijî Selahattîn Demîrtaş de got: “Niha bi gotina Selo li meydanan digere. Tenê gelê me û hezkiriyên wî dikarin ji Selahattîn re bibêjin Selo.”

Başak Demîrtaş got: “Niha cardin dest bi gotina Selahattîn kir. Ji ber ku hilbijartin nêzîk bû. Di hilbijartinan de Selahattîn û hevalên wî tên hişê wî. Ji ber ku Selahattîn û hevalên wî Kurd û HDPyî ne. HDPyî bûne kabûsên wî û li ser vê berdewam in. Tenê gelê me û hezkiriyên wî dikarin ji Selahattîn re bibêjin Selo.”

Başak Demîrtaş amaje bi wê yekê da ku gotinên li dijî Selahattîn Demîrtaş tên gotin ne tenê li dijî wî ne û got: “Ev sivikatî li dijî me hemûyan e. Ji ber ku me dengê xwe dane Selahattîn, Fîgen Yuksekdag û HDPê û me xwest nûnertiya me bikin. Ez bawer dikim ku roja 14ê Gulanê bersiva herî bihêz hûn dê bo wî bidin.”