Reqa - Rêveberiya Xweser 22 girtî serbest berdan

19-04-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Girtî Reqa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîsgeha Karûbarên Dad û Çaksazkirinê ya Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê 22 girtî ji zindana navendî ya Reqayê serbest berdan.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 19ê Nîsanê, Nivîsgeha Karûbarên Dad û Çaksazkirinê ya Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê 22 girtî ji ber reftarê wan ê baş tenê çarîkek xwe qedandibûn ji zindana navendî ya Reqayê serbest berdan.

Li aliyê din Rêveberiya Xweser di nav hefteyekê de ev cara sêyem e ku girtiyan ji girtîgehan azad dike.

Roja 16ê Nîsanê Nivîsgeha Karûbarên Dad û Çaksazkirinê ya Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê li herdû bajarên Qamişlo û Heseke yên Rojavayê Kurdistanê 60 girtiyan serbest berdabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst