Xêrxwazekî Misilman xaniyek ji malbateke Êzidî re lêkir

19-04-2023
RÛDAW
Xêrxwazekî Misilman ji malbateke Êzidî re xaniyek lêkir
Xêrxwazekî Misilman ji malbateke Êzidî re xaniyek lêkir
Nîşan Kurd Misilman Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xêrxwazekî Misilman li nahyeya Baedrê ya navçeya Şêxanê ji malbateke Kurdên Êzidî yên hejar re xaniyek lêkir û di cejna sersala Êzidiyan de radestî wan dike.

Îro Çarşemê 19ê Nîsana 2023an nûnerê xêrxwazê ku xanî lêkiriye Hacî Mîrxan ji Rûdawê re ragihand, “Îro Cejna Serê Salê yê birayên Êzidî ye û ev xanî ji aliyê Ferhan Axa Şerefxanî ve ji bo malbateke Kurdên Êzidî hatiye lêkirin.”

Hacî Mîrxan diyar kir ku ev 25emîn xanî ye ku di nava du salan de ji bo malbatên hejar tê lêkirin, ji xeynî malbata Êzidî ji malbateke hejar a Kirîstiyan re jî xaniyek hatiye lêkirin.

Zêdetirî du hefteyan e ku xanî temam bûye lê wî xêrxwazî xwestiye ku di Çarşema Sor a sersala Êzidiyan de wek diyarî bide wan.

Ew malbata Êzidî ji mêrek, jinek û du zarokan pêk tê ku jin û kurê wê sendroma Downê pê re hene. Malbat beriya ku mala xwe ya nû werbigirin, di hemameke ku bi berdewamî dilop dikir de dijiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst