Nêçîrvan Barzanî 'Çarşema Sor' pîroz kir û soz da Êzidiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Çarşema Sor anku Sersala Kurdên Êzidî li wan pîroz kir û soz da ku li ser rizgarkirina Êzidiyên winda yan diyarkirina çarenivîsa wan berdewam be.

Îro Çarşemê 19ê Nîsana 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta Cejna Çarşema Sor peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî cejna sersala Êzidiyan li Kurdên Êzidî pîroz dike û dibêje: “Ez cejna sersalê ya Êzidiyan li hemû xûşk û birayên Êzidî yên li Kurdistanê, Iraqê û li her derê cîhanê bi germî û ji dil pîroz dikim, hêvîdarim cejn û sersal û bêhnvedaneke xweş û aram derbas bikin.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê soz dide ku li ser rizgarkirina kesên winda û revandî yên Êzidî berdewam be û dibêje: “Silav û rêz ji bo malbat û xizmên qurbaniyên Êzidî yên destê terorê. Dilê me herdem li cem wan e û em wan tevan piştrast dikin ku heta Êzidiyekî winda û revandî mabe, ew dê li ser rizgarkirin û diyarkirina çarenivîsa wan berdewam bin.”

Di dawiya peyama xwe de jî Nêçîrvan Barzanî wiha dibêje: “Cejn li hemûyan pîroz be. Her sal bi xêr û xweşî be.”

Kurdên Êzidî duh Sêşemê 18ê Nîsanê li Perestgeha Lalişê li navçeya Şêxanê bi merasimeke olî pêşwaziya Cejna Çarşema Sor anku sersala Êzidiyan kirin.