Cotkarên Mereşê ji ber hêla erdhejê nikarin zeviyên xwe av bidin
Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber erdhejê, ziyan gihşt zeviyên çandiniyê jî, dirz û çalên kûr di zeviyan de çêbûne û cotkar nikarin zeviyên xwe av bidin. Li ser hêla erdheja 6 Sibatê, zeviyên hinek navçeyan 2 metre bilind û hinek jî derdora 2 metre nizim bûne. Cotkar nikarin ji ber vê rewşê traktor û amêrên reşandina derman û semadê jî bibin nav zeviyên xwe.
Li gor Saziya Amaran a Tirkiyê, ji sedî 16ê tevahiya erdê çandiniya Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji ber erdhejê wêran bûne.
Mehmet Hayisoz cotkarekî navçeya Mereşê ye li taxa Kadincik a girêdayî navçeya Pazarxixê. Yek ji hêlên erdhejên bi hêzên 7.7 û 7.6 ên 6ê Sibatê di nav zeviyên wî yên çandiniyê re derbas bûye. Derz û çalên kûr li ser erdê wî yê çandiniyê çêbûne. Ev jî bûye sedem ku di avdana berhemê xwe de rûbirûyî zehmetiyan bibe.
Cotkar li Mereşê Mehmet Hayirsoz dibêje: “Bi aweyekî asayî divayabû ev zevî rast bûya, lê niha ev der bilind û ev der jî nizm bûye. Dema me av ji vê derê berdida wiha diçû, lê niha bi ti awayî naçe. Divê bê rastkirin. Ji bo ku bi asanî bê avdan divê ev alî û aliyê din bê rastkirin. Dema te av ji wir berda divê li vê derê re derbas bibe. Rewşa me wiha ye.”
Hêla erdhejê hinek zeviyên navçeyê derdora 2 metre bilind û hinek jî derdora 2 metre nizim kirine. Cotkar nikarin ji ber vê rewşê traktor û amêrên dermankirinê jî bibin nav zeviyên xwe. Erdhejê ew ji mal û halê wan kirine, niha naxwazin ji deriyê xwe yê dahatê jî bibin û daxwaza alîkariyê dikin.
Mehmet Hayirsoz herwiha got: “Li gundê me cihê ku hêla erdhejê tê re derbas bû ev der e. Ji xwe diyar e ka çawa zerer gihandiye zeviyan. Li gundê me 4 kesan canê xwe ji dest dan. Biraziyên min bûn. Li gundê me ku 65 xanî lê hebûn tenê 12 heta 13 xaniyên kêm zerer man yên din hemû hilweşiyan. Rewşa me wiha ye. Ev rewş bivê nevê dê bandorê li ser çandiniyê bike. Em giştî li vê derê genim, sîr, gulberoj, silk, bîber û bacanan diçînin.”
Li gor Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) 37.7 milyon donim erd ku dike ji sedî 16ê tevahiya erdê çandiniya Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li wan 11 parêzgehan in ku bi erdhejên 6ê Sibatê wêranbûne. Serokayetiya Budçe û Stratejiyê ya Serokkomariya Tirkiyê dibêje li gor amarên wan ên destpêkê wan erdehejan 24.2 milyar lîre zerer gihandiye cotkarên li herêmên erdhejê.