Cotkarên Mereşê ji ber hêla erdhejê nikarin zeviyên xwe av bidin

19-04-2023
RÛDAW
Li Mereşê hêla erdhejê derz û çalên kûr li zeviyên çandiniyê çêkirine
Li Mereşê hêla erdhejê derz û çalên kûr li zeviyên çandiniyê çêkirine
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber erdhejê, ziyan gihşt zeviyên çandiniyê jî, dirz û çalên kûr di zeviyan de çêbûne û cotkar nikarin zeviyên xwe av bidin.  Li ser hêla erdheja 6 Sibatê, zeviyên hinek navçeyan 2 metre bilind û hinek  jî derdora  2 metre nizim bûne. Cotkar nikarin ji ber vê rewşê traktor û amêrên reşandina derman û semadê jî  bibin nav zeviyên xwe.

Li gor Saziya Amaran a Tirkiyê, ji sedî 16ê tevahiya  erdê çandiniya Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji ber erdhejê wêran bûne. 

Mehmet  Hayisoz cotkarekî navçeya Mereşê ye li taxa Kadincik a girêdayî navçeya Pazarxixê. Yek ji hêlên erdhejên bi hêzên 7.7 û 7.6 ên 6ê Sibatê  di nav zeviyên wî yên çandiniyê re derbas bûye. Derz û çalên kûr li ser erdê wî yê çandiniyê çêbûne.  Ev jî bûye sedem ku  di avdana  berhemê xwe de rûbirûyî zehmetiyan bibe.

Cotkar li Mereşê Mehmet Hayirsoz dibêje: “Bi aweyekî asayî divayabû ev zevî rast bûya, lê niha ev der bilind û ev der jî nizm bûye. Dema me av ji vê derê berdida wiha diçû, lê niha bi ti awayî naçe. Divê bê rastkirin. Ji bo ku bi asanî bê avdan divê ev alî û aliyê din bê rastkirin. Dema te av ji wir berda divê li vê derê re derbas bibe. Rewşa me wiha ye.”

Hêla erdhejê  hinek zeviyên navçeyê  derdora  2 metre bilind û hinek jî derdora 2 metre nizim kirine. Cotkar nikarin ji ber vê rewşê traktor û amêrên dermankirinê jî  bibin nav zeviyên xwe. Erdhejê ew ji mal û halê wan kirine, niha naxwazin ji deriyê xwe yê dahatê jî bibin û daxwaza alîkariyê dikin.

Mehmet Hayirsoz herwiha got: “Li gundê me cihê ku hêla erdhejê tê re derbas bû ev der e. Ji xwe diyar e ka çawa zerer gihandiye zeviyan. Li gundê me 4 kesan canê xwe ji dest dan. Biraziyên min bûn. Li gundê me ku 65 xanî lê  hebûn tenê 12 heta 13 xaniyên kêm zerer man yên din hemû hilweşiyan. Rewşa me wiha ye.  Ev rewş  bivê nevê dê bandorê li ser çandiniyê bike. Em giştî li vê derê genim, sîr, gulberoj, silk, bîber û bacanan diçînin.”

Li gor Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) 37.7 milyon donim erd ku dike ji sedî 16ê tevahiya erdê çandiniya Bakurê Kurdistan û Tirkiyê  li wan 11 parêzgehan in ku bi  erdhejên 6ê Sibatê wêranbûne. Serokayetiya Budçe û Stratejiyê ya Serokkomariya Tirkiyê dibêje li gor amarên wan ên destpêkê wan erdehejan 24.2 milyar lîre zerer gihandiye cotkarên li herêmên erdhejê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst