Duran Kalkan: Em dê şer bibin nav bajarên Tirkiyê

19-04-2022
RÛDAW
Nîşan PKK Duran Kalkan Operasyon Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Rêveber û yek ji damezrînerên PKKê, Duran Kalkan dibêje, eger operasyona nû ya Tirkiyê ya li dijî wan berdewam be, ew dê şer bibin nav bajarên Tirkiyê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan di hevpeyvînekê de li gel kanaleke televîzyonî ya nêzî PKKê li ser mijarên di rojevê de û bi taybet operasyona nû ya Tirkiyê ya li deverên Metîna, Gare, Zap-Avaşîn-Basyan axivî.

Duran Kalkan ragihand, artêşa Tirkiyê di şer û pevçûnên li Gare, Metîna, Avaşîn û Zapê de têk çûye û tekez kir, şer û pevçûnên li wir encamên leşkerî yên girîng bi xwe re anîne.

Kalkan got, ew dê “bi derswergirtin û ezmûnên sala bihorî pevçûnan li hemû aliyan belav bikin.”

Duran Kalkan got, “Dijmin hewl dide me li hin herêman dorpêç bike û sînordar bike û bikişîne nava şerekî çeperan. Em dê şer belav bikin. Ev şer dê li Bakur be, li Tirkiyeyê be, dê li metropolan rewşa şerekî pir bi bandortir derxe holê. Dê li bajaran pêş bikeve, dê li deştê pêş bikeve, dê li çiyayan pêş bikeve. Ji ber vê yekê amadekarî li gorî wê hatine kirin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê derbarê rewşa girtîgehan û nûçeyên îşkenceyê de jî got, “Îro ti cudahî di navbera rejîma Kenan Evren û rejîma Tayyip Erdogan-Devlet Bahçelî de nîne. Rewşa zindanan nîşaneya vê yekê ye.”

Duran Kalkan got, “Çend hezar kes hatin komkirin û xistin girtîgehê, lê Tirkiye bi xwe girtîgehek e. Jixwe sînorê Îranê, sînorê Sûriyê, sînorê Iraqê bi dîwarên zindanan dorpêç kirin, tiştekî wisa kirin. Sînorê Bulgaristan û Yunanistanê ma. Erdogan Tirkiye kiriye girtîgeh.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst