Li Kampa Holê 3 jinên DAIŞê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li nav Kampa Holê ya li bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê termên 3 jinên kuştî yên DAIŞê hatine dîtin.

Li Kampa Holê hêzên ewlekariyê şeva din di beşa yekemîn a kampê de ku penaberên Iraqê lê dimînin, cenazeyê jinekê dît. Li beşa 4mîn jî cenazeyên du jinan dîtin.

Li gor asayîşa nav Kampa Holê, termê jineke Iraqî bi navê Sûriye Ewad ku xelka bajarê Beac yê Mûsilê ye, di konê wê de kuştî hatibû dîtin, 2 fîşek di serê wê de lêxistibûn û kuştibûn, termên 2 jinên din jî ku fîşek di serê wan de jî lêxistin, hatin dîtin.

Li gorî amarên asayîşa Kampa Holê, ji destpêka îsal ve, 9 kes di kampa de hatine kuştin.

Sala borî jî, 126 kes di wê kampê de hatibûn kuştin.