Hêz û saziyên hikûmeta Sûriyê li Qamişlo û Hesekê
Hewlêr (Rûdaw) - Li her yekî ji bajarê Qamişlo û Hesekê hejmarek ji fermangeh û sazî hêj di destê hikûmeta Sûriyê de ne, herwiha hejmarek ji hêzên leşkerî û hêzên ewlehî jî hene, serbarê wê jî, gerûpê û milîsên alîgirên hikûmetê hene, ku li hinek deveran li herdu bajaran bicih dibin û di dema pêwîst de, hikûmet wan jî bikar tîne, ji bo bihêzkirina pêgeha xwe.
Hikûmeta Sûriyê li navenda her yekî ji bajarê Qamişlo û Hesekê, heta niha çend fermangeh û saziyan kontrol dike.
Piştî 2 heftiyan ji aloziyên di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de, li herdu bajarên Heleb û Qamişlo, Serkirdeyê PYD Aldar Xelîl, di daxuyaniyekê de ragihandiye ku wan biryar nedaye hêzên hikûmeta Sûriyê ji Qamişlo û Hesekê derxînin. Serkirdeyê PYDê dibêje tevî ku ew dikarin hêzên hikûmetê derxînin lê wan ev biryar nedaye.
Li Çargoşeya Ewlehî li Qamişlo çi sazî û navendên hikûmetê hene?
Sazî û navendên leşkerî yên di destê hikumeta Sûriyê de ev in:
- Binkeyên hêzên Ewlehî li Çarçoveya Ewlehî.
- Rêveberiya Navçeya Qamîşlo.
- Dadgeha Sivîl.
- Daîreya Nasnameyê (Nifûs).
- Sendîkaya Mamosteyan.
- Ofîsa Berhemên Çandiniyê
- Banka Çandiniyê.
- Fermangeha Elektirîkê.
- Komelgeha Perwerdeyê.
- Navenda Rewşenbîrî.
- Navenda Emin Leşkerî.
- Navenda Emin Dewletê.
- Navenda Polîsên Leşkerî yên Hikûmetê.
Li derveyî Çargoşeya Ewlehî ya Qamişlo:
- Fewca Terteb
- 4 hezar çekdar lê hene.
- Ew jî grûpên ser bi Îranê û hêzên bi navê (Berevaniya Niştimanî) ku bi (El-Dîfai El-Wetenî) naskirî ne.
- Li Balafirxaneya Qamişlo:
- Baregeheke Rûsî û Îranî lê heye.
- Fewca Topan ya Hikûmeta Sûriyê jî lê heye.
Ji bilî serbaz û polîsên leşkerî yên Rûsya, bêhtirî 6 hezar çekdarên Îranê û serbaz û leşkerên hikûmeta Sûriyê lê hene.
Li Çargoşeya Ewlehî ya Hesekê çi hene?
- Rêveberiya Parêzgehê.
- Dadgeha sivîl.
- Kolêja Mafnasiyê û ya Zanistî.
- Navenda Paseportan.
- Hêzên Pasevanên Sînor.
- Herdu navendên Emin Siyasî û Emin Leşkerî.
- Beşek ji Kolana Filestîn.
- Beşek ji Bazara Giştî ya bajarê Hesekê.
- Rêveberiya Hêzên Asayîşa Navxwe yên hikûmetê.
Li derveyî Çargoşeya Ewlehî ya Hesekê:
- Beşek ji Taxa Ezîziyê, li aliyê rojhilat, di destê çekdarên hêza bi navê (Berevaniya Niştimanî) de ye.
- Fewca Topên Giran li Çiyayê Kewkeb, ku li rojhilatê bajarê Hesekê ye, hêzên Îranê jî lê hene.
Hejmara serbaz û çekdaran
Li gorî zanyariyên ku bi dest Rûdawê ketine: “Li herdu çargoşeyên ewlehiyê li Qamişlo û Hesekê û Balafirxaneya Navdewletî ya Qamişlo bêhtirî 40,000 serbazî hene. - Ji bilî wê hejmarê 15,000 çekdarên biyanî yên Rûsî hene, ji wan 10,000 çekdar ser bi Îranê ve ne. Karmendên sivîl jî li herdu Çargoşeyên Emnî li Qamişlo û Hesekê bêhtirî 25,000 kesî ne.”