Gola Xwê ya ku hişk bibû careke din tijî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Gola Xwê ya li navçeya Mehmûdiyê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, ku par ji ber hişkesaliyê hişk bibû, îsal piştî helîna berfê careke din tijî bû.

Li Bakurê Kurdistanê îsal zivistaneke dijwar hebû û berfeke zêde bariya, ku li hinek herêman 6-7 metreyan bilind bû.

Gola Xwê ya rûberê wê 371 hektar e, par ji ber nebûna baran û hişkesaliyê hişk bû. Gola ku mazûvaniyê ji hezaran balîndeyên cuda re dike piştî helîna berfê careke din tijî bû û gol wek berê bû.

Serokê Odeya Çandiniyê ya Qelqeliyê Şayettin Ceylanci got: “Em bextewar in ku gola weke berê bû. Gol ji bo çandiniya herêmê girîng e. Înşallah dê di van mehan de baran bibare û hişkesalî nemîne.