Serokkomariya Iraqê: Operasyona Tirkiyê nayê qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomariya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Operasyona Tirkiyê binpêkirina serweriya Iraqê ye û gefan li ser asayîşa neteweyî ya Iraqê çêdike. Serokkomariya Iraqê herwih dibêje operasyonên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê nayên qebûlkirin.

Serokomariya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê yên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de bi fikariyeke mezin tên şopandin û nirxandin.

Serokkomariya Iraqê tekezî li ser wê yekê kir ku operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê binpêkirina serweriya Iraqê û metirsiya li ser asayişa niştimanî ye û wan çend caran daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku operasyonên bi vî awayî bi bê hevahengiya li gel Iraqê encam nede û dibêje: “Operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê di nav sînorên Iraqê de nayê qebûlkirin ku bêyî hemahengî were dubarekirin.”

Serokkomariya Iraqê amaje bi wê yekê dike ku pêwîste babetên ewlekarî bi gotûbêj û hevahengî bêne çareserkirin û gavên yekalî ji bo çareserkirina babetên ewlekarî red dikin û dibêje: “Em tekez dikin ku li ser esasê berjewendiyên hevpar, xurtkirina têkiliyên erênî yên bi Tirkiyeyê re, çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê bi hevkarî û hemahengiya pêşwext, pêkanînên ewlehiyê yên yekalî ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê nayên qebûlkirin û divê rêz li serweriya Iraqê bê girtin."

Serokkomariya Iraqê dibêje jî, divê rêz li serweriya axa Iraqê bê girtin û nabe axa Iraqê bibe meydana yekalîkirina milmilaniyan û êrîş ji nava axa Iraqê li ser cîranên wê bê kirin.

Operasyonên Tirkiyê yên derveyî sînor

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di 28ê Gulana 2019an de li herêma Xakûrkê ya ser bi Herêma Kurdistanê ve operasyona Pençeyê dabû destpêkirin.

Di çarçoveya operasyona ku ji bejahiyê hat destpêkirin de, hêzên Tirkiyê li gelek girên stratejîk ên Xakûrkê ku 15-30 km dûrî sînor in, bi cih bûn. Xakûrk li ser sînorê navçeya Soran a Hewlêrê ye.

Piştî salekê di 17ê Hezîrana 2020an de Wezareta Berevaniya Tirkiyê operasyona “Pence Kaplan” li herêma Heftanîn a ser bi navçeya Zaxo ya Duhokê ve ragihandibû.

Di çarçoveya wê operasyonê de hêzên Tirkiyê bi dehan kîlometreyan ji sînor derbas bûn û baregehên leşkerî ava kirin.

Piştre jî di 23ê Nîsana 2021an de Artêşa Tirkiyê li sînorê navçeya Amêdî ya Duhokê û li deverên li Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê bi navê “Pençe-Şimşek û Pence Birûsk” du operasyon dabûn destpêkirin. Di çarçoveya wan operasyonan de li ser xeta Zap-Avaşînê pevçûnên dijwar rû dabûn û hêzên Tirkiyê li hin girên stratejîk ên Metîna bi cih bûn.