Li Mûşê çar kesan santrala enerjiya rojê çêkir

19-04-2022
RÛDAW
Nîşan Muş Santrala Enerjiya Rojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tîlê ser bi parêzgeha Muşê çar cotyaran bi şirîkî 20 donim zevî xistin santrala enerjiya rojê û ew ji çaran yekê elektirîka vî bajarî çêdikin.

Cotyarên bi navê Baki Kozcu, Cemil Karayel ve Omer Filiz bi hev re biryar dane vê pirojeyê li navçeya xwe pêşbixin û li zeviya Baki Kozcu ev santrala enerjiyê avakirine.

Santrala berî du salan ji aliyê cotyaran bi 7,5 milyon lîreyî hatiye avakirin, ji 3 hezar panelan pêk tê û yek megawatt elektirîk berhem tîne û ew vê elektirîkê didin şebekeya bajêr. Bi vê pirojeyê ew sedî 25ê elektirîka bajêr dabîn dikin.

Ew dixwazin di demên pêş de vê pirojeya xwe ya dostê jîngehê ye, berfirehtir û mezintir bikin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst