Slavoj Zizek: Kurd sembola avakirina sîstemeke nû ne

Hewlêr (Rûdaw) - Fîlozofê navdar Slavoj Zizek ji bo Zanîngeha Kobaniyê waneyek  pêşkêş kir û ragihand, “Divê demokrasî bi rengekî radîkal ji nû ve bê avakirin. Em dê vê yekê ji Kurdan fêr bibin. Kurd sembola avakirina sîstemeke nû ne.”

Fîlozof û Civaknasê Sosyalîst ê navdar Slavoj Zizek bi şeweyekî online ji bo Zanîngeha Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê waneyek pêşkêş kir û pesnê Kurdan da ji ber avakirina sîstema li Rojavayê Kurdistanê.

Mijara wê waneya ku demjimêr 20.00 destpê kir, “Gelo di heyama niha de demokrasî hê jî bijardeyek e?” bû û li ser hesabên torên civakî yên zanîngehê jî bi awayekî zindî hat belavkirin.

Peyamên sereke yên Slavoj Zizek di çarçova wê waneyê de;

“We Kurdan bi civakeke entelektuel, bi awayekî fîîlî utopyayek pêk anî. Hûn ne tenê sembola berxwedanê lê sembola avakirina sîstemeke nû ne jî.

Jibilî hinek îstîsnayên wek we Kurdan, mirovahî her ku diçe perçetir dibe û êdî demokrasiya lîberal jî nîne. Erkê şoreşekê ne tenê nûnertiya mirovan e, lê di heman demê de ew e ku mirov tişta ku dixwazin têbigihijin.

Li şûna ku em hewla başbirêveçûna ya heyî bidin, divê em bixebitin ku cîhaneke baştir ava bikin. Îdeolojî ne sîstemeke nirxan a razber e. Îdeolojî di pratîkên rojane de hatiye bicihkirin. Çawa dizewicin, çawa dixwin, çawa hez dikin; ev îdeolojî ye.”

"Pêwîstî bi peymaneke civakî ya bingehîn heye"

Krîz îro bi hilbijartinên mezin nayê çareserkirin. Ji xwe di demekê de ku li vir hevkariyek heye, hilbijartin fonksiyonî ye, dibe em li dijî hev derkevin lê di çarçova qeydên bingehîn de em dê li hev bikin. Ev, ne tiştek e ku em îro xeyal bikin.

Demokrasiya lîberal, pêwîstî bi peymaneke civakî ya bingehîn heye. Wek ku Hegel jî amaje pê kiriye, tiştên diyarkirî, kevneşopiyên rojane. Tişta civakê li gel hev dihêle ev e. Qaîde, lê ne yên nivîskî. Tişta ku îro vedibe bi temamî ev e û tişta dibe sedema krîzan jî ev e.

"Li welatekî ku zilm lê heye, rastî ne bêalî ye"

Dema Amerîkiyan hûn bi cih hiştin, tê bîra we ku antî-emperyalîstan hûn bi karkirina li gel Amerîkiyan tawanbar dikirin? Ev tiştek e  ku di rewşa we de dibe dereweke bingehîn. Rastiyeke bingehîn, nayê wê wateyê ku her kes jiyana xwe ji bo wê bike qurbanî.

Waneya sereke ya Marksîzmê ku we Kurdan berçav kiriye: Li welatekî ku zilm lê heye, rastî ne bêalî ye. Dikare rastî ji pêgeha kesên herî radîkal, herî serkutkirî bê formulekirin. Rastî kategorîyeke hevkarîgerî ye.

Divê demokrasî bi şûweyekî radîkal ji nû ve bê avakirin. Em dê vê yekê ji we fêr bibin. Divê em dîsa li ser wê yekê bifikirin ka em çi ji demokrasiyê têdigihijin!”

Zanîngeha Kobaniyê roja 10ê Berfanbara 2017an bi awayekî fermî hatibû vekirin.