Li Îlam pênc roj e kes bi koronayê nemiriye

19-04-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê, wiha dixuye êdî hino hino vîrusa koronayê namîne û pênc roj e kes bi vîrusa koronayê nemiriye.

Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Îlamê Mihemed Kerîmiyan dibêje: “Li vê parêzgehê hejmara kesên bi koronayê dikevin gihiştiye asta herî kêm û di pênc rojên borî de li parêzgehê kesek bi koronayê nemiriye.”

Kerîmiyan da zanîn ku roja borî jî li parêzgehê tenê yek kes bi koronayê ketiye.

Li Îlam heta niha 427 kes bi koronayê ketine, 44 kesan canê xwe ji dest dane, 301 kes baş bûne û 41 kes jî niha li nexweşxaneyên parêzgehê hatine razandin.

Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Îlamê daxwazê ji xelkê dike ku tedbîrên tendirûstiyê li ber çav bigrin, haya wan ji dûrahiya civakî hebe û bibin hevkar daku êdî korona bi tevahî nemîne û neyê veguhestin.

Li parêzgeha Îlam rojên derbasbûyî hejmara kesên bi koronayê diketin ber bi zêdebûnê ve diçû, yek ji sedeman jî geşta xelkê parêzgehên Îranê bo Îlam bû.

Yekşema hefteya derbasbûyî, Cîgirê Serokê Zanîngeha Pizîşkî ya Îlam Cemîl Sadiqî Fer gotibû: “Belavbûna koronayê li parêzgeha Îlam hêj negihiştiye lutkeyê” û hişyarî dabû ku eger xelk tedbîrên xweparastinê li ber çav negirin amar zêdetir dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst