QAMIŞLO - Piştî raporta Rûdawê taxa Cûmayê tê paqijkirin

19-04-2020
RÛDAW
Şaredariya Qamişlo dest bi paqijkirina Taxa Cûmayê kir
Şaredariya Qamişlo dest bi paqijkirina Taxa Cûmayê kir
Nîşan Qamişlo Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê piştî ku Rûdaw li ser pirsa zibil û gemar û paşmyên pezê serjêkirî li taxa Cûmayê rawestiye, şaredariya bajêr dest bi paqijkirina wê taxê kir.

Taxa Cûmayê ku berê gundek bû, li destpêka rojhilatê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bû, bi dîroka xwe ya rewşenbîrî, civakî û siyasî û hebûna çalakvanên sivîl navdar û naskirî ye.

Bi salan, ew tax ji aliyê şaredariyan ve hate piştguhxistin, ku pêwîstiya wê bi pakirin û paqijkirinê hebû. Ew jî bi sedema hebûna xanênajel û dewaran li wê derê, ku ji aliyê nişteciyên wê taxê ve tê xwestin, ew gemar û gilêşa xana bê rakirin, bi taybetî, bi destpêkirina werza havînê metirsiya belavbûna nexweşiyan jê heye. 

Nişteciyê Cûmayê li Qamişlo Salar Mihemed dibêje: “Daxwaza me paqijkirina taxê bû û ew bêhna nexweş neyê. Îro karmendên şaredariyê hatine taxê paqij dikin. Hêviya me ew e ku li ser vê karên xwe berdewam bin û ev govên ajelan ji vê derê rabin.”

Ji bo vê mebestê jî xelkên wê deverê xwepêşandanek saz kirin û wan daxwaz kir ku pêwîst e dergehê rojhilatê Qamişlo bi dîmenên xweşik bê diyarkirin, ji bo ku rewşeke şaristanî û ciwan li ser wê navçeyê bê dan.

Berpirsê proseya pakirinê jî dibêje wan pêştir soza paqijkirinê dabû xelkê wê taxê û ew dê li ser karê paqijkirinê berdewam bin.

Piştî ku Rûdawê jî, rewşa Taxa Cimaayê şopand, êdî şaredariya ser bi Rêveberiya Xweser guhdan bi wê mijarê kir û li gorî daxwaza welatiyan, dest bi proseya pakirinê kiriye, lê her welatî daxwaza çareserkirineke binbirr dikin, ku xan ji wê derê bêne veguhastin navçeyeke dûrji mal û xaniyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst