HUDAPAR: Kurd bi hezar salan berî Tirkan li vir bûn

19-04-2018
RÛDAW
Nîşan HUDAPAR Kurd Pirsgirêk Hilbijartin Pêşwext
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Serokê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku heger pirsgirêkên Kurdan bê çareserkirin; çareserkirina pirsgirêkên din ê hermê jî dê hêsantir bibe û got: “Kurd berî Tirk bên Anadoluyê bi hezaran salan li vê erdnigariyê bi hev dijiyan.”

 

Serokê Giştî yê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu di civîna çapemenîyê ya bi navê “Bo Meseleya Kurdan Bangewazîya Çareserîya Dadmendî” de derbarê pirsgirêkên Kurdan de daxuyanî da û herwiha hilbijartinên pêşwext jî nirxand.

 

Zekeriya Yapicioglu ragihand ku sedama sereke ya gelek pirsgirêkên Tirkiyê girêdayê çaresernekirina pirsa Kurdî ye û wiha axifî: “Eger em pirsgirêka Kurdî çareser bikin ev dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên din jî bibe sûd. Kurd berî Tirk bêne Anadoluyê bi hezaran salan li ser vê erdê bi hev dijiyan. Kurd ne kirêker an penaber in, ew xwediyê vî welatî ne û yek ji gelê damezrîner yê vê dewletê ne. Piştî ramana `dewletên netewî` ket meriyetê Kurd weke pirsgirêk hatin dîtin û nasname û hebûna wan hat înkarkirin.”

 

Yapicioglu tekez kir ku mijara pirsgirêka Kurdî bidawî nebûye û got: “Ev pirsgirêk a herkesî ye û divê bê çareserkirin.”

 

Di berdewamiya axaftina xwe de Yapicioglu destnîşan kir ku niha dem hatiye pirsgirêka Kurdî were çareserkirin û wiha pê de çû: “Li gorî dewletê pirsgirêka Kurdî, pirsgirêkek terorê, tundî û hinek a aborî ye. Lê rastiya wê: Bê hiqûqî û ji ber vê bê hiqûqiyê birayetî nehatiya avakirin e. Ji dadmendiyê dûr ketine û yekîtî xira kirine. Eger hûn navê wê rast nedanîn û teşhîsa wê baş nekin hûn nikarin pirsê çareser bikin. Heger pirs neyê çareserkirin dê bandoreke neyênî li tevahiya herêmê jî bike. Çareseriyeke dadmendî dê hem herêmê û hem jî erdnigariya îslamî aram bike. Niha dem dema çareseriyê ye.

 

Serokê Giştî yê HUDAPARê herwiha anî ziman divê zextên li ser ziman bêne rakirin û divê perwedeya zimanê dayîkê bikev meriyetê û Kurdî bibe zimanê fermî.

 

Derbarê hilbijartinên pêşwext de jî Yapicioglu destnîşan kir ew dikarin bikevin hilbijartina û ew bo hilbijartinan amade ne.

 

Yapicioglu wiha li axavtina xwe ya derbarê hilbijartinên pêşwext de zêde kir: “Di meha çileyê de de Komîsyona Bilind a Hilbijartinan (YSK) navên wan partîyên ku dê karibin bikevin hilbijartinan eşkere kir û dû re çend tişt li wê lîsteya ku weşand zêde kir. Di nav van navan de HUDAPAR tunebû. Li gor qanûnan HUD PAR dikare bikeve hilbijartinan. Ez dê îro Serokatîya Dîwanê kom bikim û em dê bo Komîsyona Bilind a Hilbijartinan vê xeletîya xwe sererast bike serîlêdan bikin. Em hêvîdar in ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan vê xeletîya xwe sererast bike. Em wek partî jî amade ne ku têkevin hilbijartinan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst