Bajarokê Şiyê - Çekdar tiştên gundiyan didizin û careke din difiroşin wan

Hewlêr (Rûdaw) - Kolanên bajarokê Şiyê yê herêma Efrînê ku caran tejî xelk, tevger û qerabalix bûn, niha bêdeng in. Li Şiyê nîvê malan jî niha vala ne û xwediyên wan li deverên cudacuda koçber bûne.

 

Bajarokê Şiyê nêzî 40 kîlometreyan li bakurê Rojavayê Efrînê dikeve û nêzî hezar û 100 malî pêk tê bi Kaniya xwe ya li naverasta bajarok navdar e.

 

Çalakvanên Şiyê grûpek bi navê Kaniya Şiyê damezirandibûn û çalakiyên rewşenbîrî, civakî û xizmetguzarî li bajarokê xwe dikirin. Herwiha Şiyê bi pirbûna geliyên xwe tê naskirin. Wekî geliyên Avzênkê, Elgemarê Geliyê Hêra ku gorsitana helbestvanê navdar Hamid Bedirxan li xwe digire.

 

Sala 2005an, hejmara nişteciyên Şiyê 9 hezar û 558 kes bûn

 

Roja 4ê adara 2018an, artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve Şiyê kontrol kirin û niha lîwaya Sultan Silêman Şah li Şiyê bicî bûye.

 

20 malbat ji kesûkarên çekdaran li Şiyê niştecî bûne. Çend malbatên vegeriyayî nikarin nav malên xwe ji ber ku çekdar û malbatên wan tê de ne.

 

Çekdaran bi xwe dukan li ser Kaniya Şiyê vekirine û rê nadin gundiyan ku bi xwe dukanan vekin.

 

Niha bêhtirî  ji sedî 50 xelkê bajarok vegeriyane malên xwe. Xizmetguzariyê elektirîk, paqijikirina bajarok nîne.

 

Çekdar tiştên gundiyan didizin û careke din difiroşin wan.

 

Nan pir buha ye, her 4 nan bi 100 lîreyên Sûrî tê firotin.

 

Tevî hemû zehmetiyan jî, xelkê Şiyê rojane ji deverên koçberiyê li gund û bajararên xwe vedigerin.


Li gorî çavkaniyekê ji xelkê Şiyê, rojane, di navbera 6-10 malbatan vedigerin ser mal û milkê xwe.