AK Partî: Pêvajoyeke nû piştî sîstema nû dest pê dike

Enqere (Rûdaw) - Di giştpirsiya 16ê Nîsanê ya derbarê guhertina makezagonî de li Bakurê Kurdistanê rêjeya dengên erê û nexêr nezikî hev derketin. Lê dengên erê ji dengên 1ê Mijdarê yên AKPpartiyê wergirtî zêdetir derketin.

 

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî piştî giştpirsiyê destnîşanî vê yekê kir û nîşana proseyeke nû da. Li gorî HDPê jî Erdogan xwediyê qarîzmaya çareseriyê ye. Lê ew dîsa jî ji Erdogan pir ne bi hêvî ne.

 

Di giştpirsiya tirkiyê de çepera erê bi serket û dê Tirkiyê di nava du salan de ji sîstema parlamenterizmê derbasî sîstema serokormatiyê bibe.

 

Di giştpirsiyê de li Bakurê Kurdistanê rêjeya dengên erê û nexêr nezikî hev derketin. Recep Tayyip Erdogan piştî giştpirsiyê got “Xwedê hez ke ev encam ji bo welatê me bibe mizgîniya destpêkirina serdemeke nû.”

 

Parlamenterê AK Partiyê û Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Yeneroglu dibeje, heke PKK dest ji çekan berde wê proseyeke nû jî dest pê bike.

 

Serokê Komisyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Yeneroglu wiha got: “Partiyeke siyasî ya ku qebûl nake ku asayîşa gelemperî û bikaranîna hêzê ya dewletê ye, heye. Divê ev partî li xwe mikûr were û cudahiyê têxe navbera xwe û tundiyê. Herwiha eger ku rêxistina terorê jî dev ji çekan berde û xwe vekişe dersînor wê proseyeke nû dest pê bike.”

 

HDP jî dibeje heke Erdogan bixwaze dikare ji nû ve dest bi  proseya çareseriyê bike. Lê HDP di vî warî de pir zêde ji Erdogan ne bawer e.

 

Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier jî got: “Ji bo xatirê pirsgirêka kurd were çareserkirinê, were ser masê mecbûr e Tirkiye viya bike. Eger ku bike jî dîsa di nava Tirikyê de Erdogan xûya dike. Çima Erdogan xûya dike yanî em bêjin 14-15 sal in li Tirkiyê desthilatdar e û di vê îqtidara xwe de jî weke yek mirov qarîzmaya wî zêde heye. Lê di van axaftinên 2 salên dawiyê de ez ewane nabînim.”

 

Ak Partiyê di hilbijartina 1ê Mijdarê de li Bakurê Kurdistanê 860 hezar deng standibû. Lê di giştpirsiyê de ev hêjmar gihişte 1 mîlyon û 226 hezarî.