Li Şirnexê erdhêj çêbû

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Qilaban a Şirnaxê bi pileya 4 erdhej çêbû. 


Li gorî Serokatiya Rêvebirina Rewşa Acîl û Afatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD) di saet 01.40an de li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilaban bi lerza 4 erdhej hat pîvan.


Hatragihandin ku erdhej di 2,8 kîlometre di binê erdê de çebûye û ji bilî Qilaban li navenda Şirnex û herêmên derdora wê jî hatiye pê hesîn.

 

Li gorî agahiyên berdest ti zirarên canî û madî çênebûne.