Baydemîr: Êrişa Palmîra û Sûrê heman tişt e
Navenda Nûçeyan - Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr, da zanîn ku tu ferq û cudahî di navbera êrîşa DAIŞê bo ser Palmîra û wêrankirina Sûra Amedê ji aliyê hêzên dewleta Tirkiyê ve nîne.
Osman Baydemîr, bal kişand ser rewşa dawî ya Sûra Amedê û got: "Niha li Sûrê dîrok tê jinavbirin. Evna komkujî ye, wêrankirin e. Êrîşa DAIŞê bo ser Palmîra û wêrankirina we ya ku niha li nav Sûrê dikin heman tişt e."
Baydemîr, diyar kir ku heta berî qedexeyê, li Sûrê 8 hezar sal e jiyan ranewestiya ye û wiha axifî: "Hunê qet nikaribin dest deynin ser Sûrê û kesên li wir dijîn."
Baydemîr, tekez kir ku bajar ne bi perspektîfên ewlekariyê lê bi aştiyê tên parastin û got: "Niha dest danîne ser ji sedî 90ê Sûrê. Ev yek ne hiqûq e. Evna çetetîtî ye. Lewra her karekî hun li Sûrê bikin nerewa ye."