Çarenvîsa Messi li Barselona îro tê diyarkirin

19-04-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyên medyayî li Spaniyayê ragihandin ku îro, Şemî, dê çarenivîsa Lionel Messi ligel tîma Barselona were diyarkirin.

Li gor medyaya Spaniyayê, îro dê civînek di navbera bavê Messi de, ku rêveberê karên wî ye û îdareya tîma Barselona birêve biçe.

Mijara civînê dê bersivdana îdareya Barselona li ser daxwazên bavê Lionel Messi be, ku xwestiye mûçeyê kurê wî ji hemû lîstikvanên cîhanê zêdetir bibe. Herwiha medyayê ragihandiye ku eger bavê Messi û îdareya Barselona negihiştin rêkeftinekê, dê Messi tevlî tîmeke din bibe.

Di vê barê de, her du tîmên Paris Saint Girman û Manchester City amadeyiya xwe anîne ziman da ku têkevin danûstandinan de ligel îdareya Barselona bo kirrîna Messi, herwiha her du tîman soz daye ku dê mûçeyê Messî bikin mûçeya herî bilind di nav lîstikvanên fûtbolê yên cîhanê de.

Ji aliyek din ve rahênerê Barselona, Tata Martino ragihand ku ne ew û ne jî cemawerên Barselona texmîn nakin ku Messi ligel tîmeke din bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst