Navê Dêra Mar Petyun li kuçeyek Amedê danîn

19-04-2013
Sasan Kotolî
A+ A-

 

 

Maşallah Dekak

Amed – Li navçeya Sûrê ya Amedê navê Kuçeya Şeftalî weke Mar Petyun hate danîn. Ev nav di heman demê de navê Dêra Keldanî ya Mar Petyun e. 

Navê Dêra Keldanî ya Mar Petyunê li Kuçeya Şeftalî ya Taxa Savaş a Navçeya Sûrê hate danîn. Nav bi biryara Meclisa Şaredariyê hate danîn. Ji bo navê kuçeyê merasimek hate lidarxistin. Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Keşeyê Dêra Keldanî ya Stenbolê Fransua Yakan, Metropolîtê Mêrdîn û Amedê Salîba Ozmen, Keşeyê Dêra Dê Meryem a Amedê Yusuf Akbulut, endamên Cemaeta Keldanî û Sûryanî, melayên DIAY-DER’ê û Endamên Meclisa Çilan a Sûrê jî di merasimê de amade bûn. 

Beriya merasimê li Dêra Keldanî ya Katolîk a Mar Petyunê ayîn hate kirin û piştre beşdar derbasî kuçeyê bûn. Şaredar Abdullah Demîrbaş, li vir daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha got: “Me îro nasnameyeke cuda teslîmê xwediyê wan kir. Mixabin di demên berê de ji ber feraseta îdeolojîk gelek kes ji welatên xwe, ji cih û warên xwe bûn. Gel û baweriyên cuda anîn ber hev û ew xistin şer û pevçûnan. Me gelek êş kişand û gelek êş dan kişandin. Halbûkî diviyabû me rojên xweş û baş bi cih anîbana. Lê me ji dîroka ders wergirt. Tiştê herî girîng ev e ku em ji bo pêşerojê bingeheke aştiyane ava bikin.”

Keşeyê Dêra Keldanî Fransua Yakan jî xwest hemû kes ji bo aştiyê û hezkirinê bên ba hev û ji ber eleqe û xebata ku hatiye kirin ji Demîrbaş re spasî kir. Piştre plateketeke spasiyê ji Demîrbaş re hate pêşkêşkirin. 

Piştî axaftinan tabeleya ku navê Mar Petyum li ser bû, li kuçeyê hate daliqandin. Ji bo aştiya di navbera baweriyan de jî kevokên aştiyê hatin firandin.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst