Hewlêr (Rûdaw) - Ronîda Osman Ebdoya ku li Kobaniyê di êrişê de birîndar bûbû, şehîd ket û hejmara şehîdan bû 10.
Dronekê 17ê Adarê saet 04:00an li gundê Berxbotanê yê Kobaniyê malek bombebaran kiribû.
Di encama êrişê de ji heman malbatê piraniya wan zarok, 9 kesan canê xwe ji dest dabû û Ronîda û Narîn Osman Ebdo yên xwişk jî birîndar bûn.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser ragihandibû ku êriş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin.
Li aliyê din, Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê ya Tirkiyeyê got, "Îdiayên ku dibêjin Tirkiyeyê dê û bav û 7 zarokên wan kuştine ne rast in."
Ronîda Osman Ebdoya ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin jî canê xwe ji det da û bi vê yekê hejmara şehîdan bû 10.
Navên kesên ku di komkujiya Kobaniyê şehîd ketine ev in:
Ronîda Osman Ebdo
Ahîn Osman Ebdo
Dîjle Osman Ebdo
Dilovan Osman Ebdo
Yaser Osman Ebdo
Ezîze Osman Ebdo
Salîha Osman Ebdo
Avesta Osman Ebdo
Osman Berkel Ebdo (bav)
Xezal Osman Ebdo (dayîk)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse