Newroza Dêrsimê li Qada Seyîd Riza tê pîrozkirin

19-03-2024
RÛDAW
Nîşan Newroz Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê, Newroz îro li Qada Seyîd Riza tê pîrozkirin.

Li Dêrsîmê bernameya Newrozê ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ve hatiye rêkxistin û li Qada Seyîd Riza tê pîrozkirin.

Di bernameya Newrozê de, dê Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, Parlamentera DEM Partiyê ya Qersê Gulustan Kiliç Koçyigit, Namzedên DEM Partiyê yên Şaredariya Dêrsîmê Cevdet Konak û Bîrsen Orhan û nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsîmê biaxivin.

Herwiha dî di bernameya Newrozê de Koma Muzîkê ya Beksavê, hunermend Gulseven Medar û Alî Dogan Gonultaş konserê bidin û stranan bêjin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst